Serokê Amerîka Donald Trump do Înê dîyar kir ku jibo qedexeya hatina hemwelatîyên 7 dewlatan ew fermaneke nû difikire.
Trump di firokeya serokatîyê de, ku ji Washington'ê diçû Florîda, pirsên rojnamevanan bersîvandin.
''Emê di vî şerî de bi ser kevin. Jibo ku ev kar qanûnî bibe wext pêwîst e. Dibe ku roja Duşemê em biryarnameyeke nû amade dikin, wekî din jî alternatîfên me hene'' Trump got.
Li ser pirsa rojnamevanekî, ku got ''Ma ev plana we ye?'', Trump eşkere kir ku ew dixwaze wan şaş bike.
Dadgeha Fedral ya 9'an ya bajarê San Francisco, li eyaleta California, êvarîya roja Pêncşemê biryar dabû ku, fermana serok Trump ya qedexeya hatina hemwelatîyên 7 dewletên piraniya wan Misilman were ragirtin.
Her çiqas Qesra Spî da zanîn ku xwedîyên karta kesk hemû dikarin werin Amerîka jî rêxistinên sîvîl garantîyên zêdetir dixwazin.