Trump, Cohen Rexne Dike, Pesna Manafort Dide

Trump û Manafort

Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê bi jimareke twîtan nêrînên xwe yên derbarê lihevkirina parêzêrê wî yê berê Michael Cohen û berpirsê berê yê kempeyna wî Paul Manafort parve kirin.

Trump hêrsbûna xwe hember Cohen dîyar kir ku li dadgeheke federalî ligel dozgeran ketibû lihevkirineke kêmkirina cezayan.

Trump got ku nerêkûpêkîyên darayî ku Cohenqal qebûl kirine, ne tawan in, tevî ku wî ti delîl pêşkêş nekirin.

Trump di twîteke din got ku “Her kî ku li parêzerekî baş digere, ezê bi xurtî pêşnîyar bikim ku ji Michael Cohen dûr bikevin.”

Cohen li ser 8 tawanên wek nedana bacê, sextekarîya bankê, binpêkirinên darayî yên kempeyna sîyasî sucê xwe qebûl kiribû û gotibû ku hemî kiryarên wî li ser fermana Trump bûn.

Aquqatê Cohen, Lanny Davis jî got ku Cohen dê ti lêborîna seroktîyê ji hêla Trump ve nepejirîne jiber ku ew naxwaze bibe beşeke kiryarên Trump.

Trump herwiha li ser Manafort jî peyîvî ku desteya biryardaran ew sucdar dîtibû.

“Ez jibo Paul Manafort û malbata wî ya hêja gelek xemgîn im. ‘Dadmendî’ bi doza berî 12 salan pêk tê. Gelek givaştinên tund li ser wî meşandin, lê wî qebûl nekir ku stûyê xwe xwar bike û wek Michael Cohen derewan bike. Ez pir rêz li Manafort digirim!”

Çavdêrên sîyasî bawer dikin ku bi sucdardîtina Cohen û Manafort givaştinên sîyasî yên ser Trump û Partîya Komarî jî pirtir bin, taybetî di vê demê de ku Demokratan dixwazin di hilbijartinên Mijdarê de piranîya Kongresê bigirin destê xwe.