Trump Dest bi Serdana Brîtanya Kir, ligel Qralîçe Eizabeth Civîya

Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê dest bi serdana xwe ya so rojan ya Brîtanya kir.

Trump û bi hevjîna wî Melania li Qesira Buckingham ji alîyê Qiralîçe Elizabeth ve hatin pêşwazî kirin.

Xanima yekê Melania li Qesira Buckingham li kelîka Qralîçe Elizabeth û hevjîna Prens Charles, Camilla rûnişt.

Di derengîya îro de, Trump wê ligel Qralîçe Elizabeth şîveke fermî bixwe û bi Prens Charles re çayê vexwe û dû re serdana Dêra Westminster Abbey bike ku ji 1,000 sal vir ve kenêseya monarşîya Brîtanî ye.

Serdana Trump di vê demê de tê ku Brîtanya rûbirûyê krîzeke kûr ye s îyasî ye jiber ku peyvajoya derketina bi Yekîtîya Ewrupa bi dawî nehat û Serokwezî Theresa May ragihand ku ew dest ji kar berdide.

Qedexeya Amerîaka ya ser kompanîya Huawei ya Çînî jî di serdana Trump de cîhekî girîng digire jiber ku Washington ji hevalbendên xwe dixwaze ku nema bazirganî bi wê şîrketê re bikin.