Serok Trump li Qesra Bleinheimê Ye

Serokê Amerîka Donald Trump piştî Hilcivîna NATO, bi xanima xwe Melania Trump re serdana Brîtanya dike.

Bo şerefa Trump, li Qesra Blenheim ya nêzî Oxfordê merasîmeke xwarinê pêk tê, ku Serokwezîra Brîtanya Theresa May jî beşdarî şeva taybet bûye.

Trump, piştî serokbûna xwe cara yekê serdana Brîtanya dike.

Qesra Blenheim cîhê jidayikbûna Winston Churchill e, ku yek ji serokwezîrên berê yên Brîtanya ye.

Serok Trump heta îro gelek caran dabû zanîn ku heyranê Winston Churchill e û busta wî jî li ofîsa gilover danîbû.

Serok Trump bi smokînê û Xanima Yekê jî bi fîstanê zer beşdarî merasîmê bû.

Li ber e ku li Brîtanya dijî Trump bi awayekî berfireh protesto li dar kevin.

Serdana Trump li demeke ku hikûmeta May ketîye girjîyê rast hat.

Çend rojên berê, du wezîrên Brîtanya ser helwesta May ya bo Brexitê bertek nîşan dabûn û karvekişîna xwe ragihandibûn.