Trump Balyozxaneya Amerîkî li Tel Avîv'ê Dihêle

Serokê Amerîka Donald Trump îro Pêncşemê biryar da ku balyozxaneya Amerîkî ya li Îsraîlê, li bajarê Tel Avîv’ê bihêle, tevî ku wî pir caran soza veguhastina wê ji Orşelîm’ê re dabû.

Qesra Sipî ragihand ku biryara Trump ya helêna balyozxanê li Tel Avîv’ê ku piranîya nûnertîya welatên cîhanê li wir in, nayê wateya destjêberdana piştgirîya xurt ya Trump û Amerîka ji Îsraîlê re.

Daxuyanîya Qesra Sipî bi berdewamî ragihand ku Trump hin jî biryara avakirina du dewletên cihê jibo Îsraîlî û Fîlîstînîyan re diparêze û veneguhestina cîhê balyozxanê dê şansa danûstandinên navbera her du alîyan xurtir bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, li ser biryara Trump nerazîbûna xwe ragihand, lê wî got ku hêvîya wî heye ku di demeke paştir ew yek bi cîh were.

Netanyahu herwiha pesna Trump da ku girîngî dide hevalbednîya navbera Amerîka û Îsraîlê.