Trump Hember Berhemên Tirk Bacên Gumrukê Zêde Dike

Peywendîya Amerîka û Tirkîyê ku bi bernedana qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson bû sedema krîzeke kûr, ber bi xirabtirbûna ve diçe.

Serokê Amerîka Donald Trump îro ji ser hesaba xwe ya Twitterê daxuyanîyeke girîng li ser Tirkîyê da.

Trump got ku wî biryar da ku bacên gumrukê ji bazirganîya berhemên alîmînyum û pola yên Tirkî du qat werin zêde kirin.

“Di vê demê de ku lîra Tirkî hember dolara me bi lezûbezî nirxa xwe hinda dike, min destûr da ku bacên gumrukê ji bazirganîya berhemên alîmînyum û pola yên Tirkî du qat werin zêde kirin. Asta baca alîmînyum niha wê bibe % 20% û pola % 50. Peywendîyên me bi Tirkîyê vê gave ne baş in!”

Demeke kin piştî daxuyanîya Trump, nirxa dolara Amerîkî li hember lîraya Tirkî di asta 6.38 TL bilind bû.