Qesra Sipî: Serok Trump bo Sûrîyê Serdana Amerîka Başûr Betal Kir

Qesra Sipî ragihand ku Serok Donald Trump jiber bûyerên li Sûrîyê serdana xwe ya bo Amerîka Başûr betal kiriye.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders dîyar ku Serok Trump dê beşdarî ku Hilcivîna Amerîka ya 8’an, ku li Lîma ya paytaxta Peru li dar dikeve, nebe û neçe Bogota ya paytaxta Kolombîya.

Sanders dîyar kir ku ser daxwaza Trump, cîgirê wî Mike Pence dê her du serdanan bike.

‘’Serok, bo rêvebirina bersîva bo Sûrîye û şopandina bûyerên li seranserê cîhanê dê li Amerîka bimîne’’ Sanders got.

Li ber e ku Hilcivîna Amerîka ya li Lîma di 13’ê Nîsanê de li dar keve.

Serok Trump dabû zanîn ku Sûrîyê li Gutaya Rojhilat dijî dijî sîvîlan çekên kîmyayî karanîne û ewê bersîveke din bidin wî welatî.