Trump Piştgirî Dide Abe ku Navbera Washington û Tehranê Navbeynkarî Bike

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ew piştgirî dide Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe ku di navbera Washington û Tehranê de navbeynkarî bike.

Abe dê di meha pêş de bo bi Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî re bicive here Tehranê.

Karbidestên Îranê heta niha bi awayekî erênî li daxwazên hevdîtinê yên Amerîka nenêrîne.

Amerîka di serê Gulanê de bo ‘’peyameke zelal’’ bide Îranê, gemîyeke firokan veguhastibû Rojhilata Navîn û piştre ragihandibû ku ewê 1500 leşkerên din jî bişîne wê herêmê.

‘’Ez dizanim ku peywendîyên Japonya û Îranê baş in. Emê bibînin dê çi çêbe,’’ Trump ser pêşnîyaza navbeynkarîyê ya Abe got.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku ew naxwaze tiştekî xirab biqewime û bawer dike ku Îran dê bi awayekî erênî li hevdîtinê binêre.