Trump Rêvebirekî bo USAGM Destnîşan Dike

Serokê Amerîkî Donald Trump roja Çarşemê çalakvanê parêzkar û nivîskar L. Brent Bozell wekî rêvebirê Ajansa Amerîkî bo Medya Cîhanî (USAGM) destnîşan kir.

USAGM serkêşîya pênc dezgehên medyaya navnetewî dike ku Dengê Amerîka jî yek ji wan e.

Trump di postekê de ser platforma Truth Social got ku, "wekî damezrêner û serokê Navenda Lêkolîna Medyayê bo 38 salan, kêm kes hene ku asoyê medyaya cîhanî ji Brent bêtir têdigihêje."

Ji bilî Dengê Amerîka, USAGM herwiha serkêşîya Tevneyên Weşana Rojhilata Navîn (Alhurra û Sawa), Radyoya Ewrupaya Azad/RFE, Radyoya Asyaya Azad, û Ofîsa Weşana Kûbayê dike.

Heta ku Bozell bi fermî bibe rêvebirê USAGM, divê pêşî ji alîyê Civata Senatoya Kongresê ve were erêkirin.