Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê got ku ew plan dike siyasetvan û rojnamevana berê ji Arizona Kari Lake wekî rêvebira Dengê Amerîka (VOA) destnîşan bike.
Trump li ser platforma xwe ya Truth Social got ku Lake dê bibe rêvebira Dengê Amerîka. Lake hevalbendeke nêzîk ya serokê hilbijartî ye û berê wekî bêjera televizyona Fox News li Phoenix, Arizona, xebitiye.
Lake 27 salan rojnamegerî kiriye berî ku sala 2021’ê dest jê berde û xwe jibo fermandarîya wîlayeta Arizona bike namzet.
Di berbjartîya neserkeftî ya jibo Senatoyê sala 2024’an, Lake got ku divê Arizona bibe pîvan jibo pêkanîna siyasetên “Pêşî Amerîka” yên Trump.
Trump herwiha do Çarşemê got ku ewê nêzîk kesekî destnîşan bike jibo posta rêvebirtîya (CEO) Ajansa Amerîkî ya Medya Cîhanî (USAGM) ku serkêşîya Dengê Amerîka û weşanên din yên piştigrîya hikûmeta werdigirin, dike. Ev post ji alîyê serok ve tê destnîşankirin û pêdivî bi erêkirina Civata Senatoya Kongresê heye. Trump got ku berbijarê wî jibo posta CEO ya USAGM dê Lake destnîşan bike û ji nêzîk ve pê re kar bike.
Rêvebirê cîbicîkar yê USAGM piştrast dike ku hemû weşanên wê rêxistinê bi erkê berhemdana rojnamevanîyeke bawerpêkirî û durist bo welatên ku azadîya ragihandê lê sînordar in, radibin.
Mike Abramowitz, rêvebirê niha yê VOA, îro Sêşemê emailek ji karmendên ajansê re şand, tê de got ku wî daxuyanîya derbarê Lake roja Çarşemê xwendîye û ti agahîyên zêdetir wernegirtiye.
“Ez xêrhatina veguhestineke xweş û nerm ya desthilatê jibo USAGM û VOA dikim. Ez nêt dikim ku hevkarîy ligel rêvebirîya nû bikim û prosesê bişopînim,” Abramowitz di emaila xwe de got.
CEO’yê USAGM desthilat heye ku serokên toreyan destnîşan bike yan jî wan ji kar rake. Lê li jêr qanûneke du-partî ku sala 2020an hate erêkirin, guhertina serokên toreyan pêdivî bi dengdana piranîya Desteya Şêwirdarîya Weşangerîya Navnetewî heye.
Ev dest ji 6 endaman pêk tê ku ji alîyê serok ve hatine destnîşankirin. Ev endam gernên cihê kar dikin. Wezîrê Derve jî endamê wê desteyê ye. Erkê vê desteyê ew e ku şîretan li CEO bikin da ku piştrast bin ku ew rêzê li serxwebûna sernivîskarî û destpakîya ajansên USAGM digire, ligel bicîhanîna pîvanên herî bilind yên rojnamegerîyê.
Kari Lake di postekê de ser paltforma X got ku jibo wê cihê rûmetê ye ku jibo posta rêvebira VOA li ber çavan were girtin. Wî dîyar kir ku VOA “dezgeheke ragihandinê ya navnetewî ya girîng” e ku “demokrasî û rastîyê” belav dike.
“Li jêr rêbertîya min, ewê VOA erkê xwe bi duristî bike: berçavkirina destkeftên Amerîka li seranserê cîhanê.”
Dengê Amerîka hewl da peywendîyê ligel Lake bi rîya malpera wê ya kempeynê bike, lê heta dema belavkirina vê nûçeyê ti bersiv wernegirtiye.
Dengê Amerîka bi 49 zimanan heftane xwe digihîne 354 milyon kesan li seranserê cîhanê. Rêvebirê wê yê niha Abramowitz berê serokê rêxistina Freedom House bû û 24 salan jî wekî rojnamevan û sernivîskar ligel rojnameya Washington Post kar kiriye.