FBI Dibêje Dijî Trump Cara Duyê Hewila Kuştinkarîyê Çêbûye

FBI’ê ragihand ku li navenda golfê ya li West Palm Beach ya li Florîda dijî Serokê berê yê Amerîka Donald Trump hewildaneke kuştinkarîyê çêbûye.

Trump ji platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê spasîya Servîsa Nepen û polîsên herêmî kir.

‘’Jibo fikarên we û jibo dawxwazên we yên ser başbûnê ez spasîya we herkesî dikim. Bêguman rojeke balkêş bû!’’

Wî dîyar kir ku karê parastinê bi awayekî bêhempa hatiye kirin.

Di bûyerê de ti tişt bi Trump nehat ku ew du mehên berê li Pennsylvania di êrîşeke kuştinkarîyê de ji guhê xwe birîndar bûbû.

Karbidestên ewlekarîyê yên Trump roja Yekşemê dema li dora qada golfê tedbîrên ewlekarîyê distandin di nav qirşûqalan de çekdarek dîtin.

Ajanên Servîsa Nepen gule li wî bergumanî barandin ku berê revî û paşê jî hat girtin.

Şerîfê herêmî dîyar kir ku berguman li dû xwe çekekî bi stîla AK-47 ya bi dûrbîn, kamerayeke GoPro û du çente li dû xwe hiştine.

Ji Ofîsa Şerîf ya Palm Beacuh Countyê Şerîf Rich Bradshaw dîyar kir ku ajanên Servîsa Nepen yên li qadê karekî pir baş kiriye.

Bradshaw got ku Servîsa Nepen lûleya ji nav qirşûqalan derketiye di cîh de ferq kiriye, bi berguman re pev çûye û ew revîye.

Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku ew kêfxweş e ku Trump ti zarar nedîtiye.

Biden got ku ew naxwazin ku li welêt tûndûtûjîya sîyasî yan tûndûtûjîyên din çêbin.

Wî dîyar kir ku wî ferman daye tîma xwe ku jibo ewlekarîya serokê berê hemî kanîn di destê Servîsa Nepen de bin.

Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris, ku jibo hilbijartinên meha Mijdarê hevrika Trump e, dîyar kir ku ew bi hewildana kuştina dijî wî êşîye.

Harris gotinên Biden bi bîr xistin û dîyar kir ku rêvebirîya wan jibo Servîsa Nepen karên xwe bike hemî kanîn dane destê wê.

Associated Press, The New York Tmes û Fox News Channel ji zarê karbidestên ewlekarîyê ragihand ku berguman Ryan Wesley Routh yê 58 salî ye û ew ji Hawaii ye.

Karbidestên ewlekarîyê dîyar kir ku lêpirsîn didome û bê şertê ku navên wan eşkere nebin axifîn.

Parvekirinên li ser medyaya civakî nîşan didin ku Routh piştgirî daye kempeyna Trump ya sala 2020’an, lê parvekirinên wê yên dema nêz raber dikin ku ew piştgirî dide Biden û Harris.

Ji parvekirinan xuya dibe ku Routh dijî şerê li Ukrayna ye û hewil daye jibo alîkarî bide Ukrayna leşkeran kom bike.

Trump ser guherîna bernameya xwe ti daxuyanî neda.

Ewê îro jibo ragihandina platforma krîptoyê ya zarokên xwe ji beldeya betlaneyê Mar-a-Lago ji X’ê biaxife.

Jêder: VOA