Trump Careke Din Hişyarî Dide Hamasê ku Dîlan Berde

Serokê hilbijartî Donald Trump îro Duşemê got ku ew bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re ser şerê li Gaza axifîye.

"Axaftina me pir rind derbaz bû û min ji Natanyahu re got ku ger Hamas dîlan heta 20’ê Rêbendanê bernede, qiyamet wê rabe. Min bi bîr xist ku berê jî ser bernedana dîlan û rabûna qiyametê hişyarîya xwe daye," Trump li Florîda Palm Beachê di preskonferansê de got.

Îsraîlî dide zanîn ku çekdarên bi pêşengîya Hamasê 7’ê Cotmehê 2023’yan li başûr welêt 1200 kes kuştine û pirtir ji 250 kes revandine ku di nav wan de hin kes hem hemwelatîyên Îsraîlê û hem jî yên Amerîka ne.

Bi danûstandinan û bi operasyonên rizgarkirinê pirtir ji 100 rehîne serbest man.

Îsraîlî dibêjin ku ew bawer dikin ku li Gaza 100 kes mane û bi dora nîvê wan sax in.

Serok Joe Biden demeke kin berî niha karbidestên xwe yên payebilind şandin herêmê û hewil da ku agirbestê çêke.

Jêder: Reuters