Dadger Rê Dide Trump ku Belgeyên Doza Binpêkirna Hilbijartinên 2020ê Biweşîne

Roja Înê, dadwereka federal biryarek derxist ku destûrê dide serokê berê yê Amerîkî Donald Trump ku hin delîlên ne-hesas yên ku dê di dadgehkirina wî de bi tawana komploya hilweşandina hilbijartinên 2020'an werin bikar anîn biweşîne.

Biryara dadger berevajî îtîrazên dozgeran e, ku digotin ew ditirsin ku Trump hûrgiliyên hin belgeyên veşartî û hesas bikar bîne da ku şahidan bitirsîne.

Dadwera Amerîkî Tanya Chutkan roja Îniyê biryar da ku hikûmet rola xwe bi cih neaniye di ravekirina çima divê hemî delîl di bin "fermanek parastinê" de bin ku rê li ber parvekirina delîlan bi raya giştî re bigire da ku şahidan netirsîne yan desteya jûriyê bêrûmet neke.

Lê wê hişyarî da ku zêdebarî wê yekê Trump dê di bin şert û mercên weşanê de be ku nehêle ku ew şahidan bitirsîne û got ku ew ê îfadeyên wî bişopîne û "pir bi baldarî wan lêkolîn bike".

Chutkan got "Ew tawanbare. Ew ê wekî hemî tawabarên din bikeve ber qeydan. Ev doz di rêzbendiyek normal de berdewam dike".

Lê parêzerên Trump cedel kir ku çarçoweya fermana parastinê pir berfireh e û li dijî mafên wî yên azadiya axaftinê ye li gorî rastvekirina Yekê ya Destûra Amerîka.

Tawanên ku di naveroka rûniştina roja Înê de bûn, ew yek ji sê darizandinên ku niha Trump rastî wan tê, di wî çaxî de pêk tên ku ew xwe amade dike bo berbijariya berbijariya Komarparîyan ji bo hilbijartinên serokatiyê yên 2024'ê.