Trump Jibo Arastekirina Tawanan Derbasî Salona Dadgehê Dibe

Serokê Berê Yê Amerîka Donald Trump di Salona Dadgehê de li New York

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump roja Sêşemê piştî xwe radest kirina dadgehê, ket salona dadgeha sûcan ya Manhattanê li bajarê New York ji bo arasetkirina sûcan, ku yekem serokê Amerîka ye bi sûcên tawankariyan rastî gilînameyê tê, ku di nava dadgeheke dîrokî û heyecana ragihandina cîhanî de pêk tê.

Îro Sêşemê Donald Trump, li dadgehê jibo îfade danê amade bû, jibo dozeke yasayî girêdayî dana pereyan bo aktereke fîlmên pornoyê da ku peywendîya xwe ligel wî eşkere neke, sûcdar tê dîtin.

Trump bo bêdeng kirina Stormy Daniels berî hilbijartinên 2016-an ji bo veşartina têkiliyek cinsî rû bi rû ye.

Trump beriya ku bikeve salona dadgehê berdewamî da axiftinê bo rojanevanan.

Beriya niha Trump li ser medîyaya civakî ragihandibû ku ev serpêhatî "SURREAL" e, xeyalî ye û wiha pê de çû û got "WOW, ew dixwazin MIN BIGIRIN. Ez bawer nakim ku ev yek li Amerîkayê diqewime."

Li New Yorkê, dadweran gilînameya 34 tawanan arasteyî Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump kirin lê wî bo ti tawanan li xwe mukir nehat û ew sûc qebûl nekirin.

Jêder:AFP/Reuter/The Washington Post