Trump: Ez Ser Vegera Dîlên Amerîkî û Îsraîlî Pir bi Kelecan Im

Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump di kanala xwe ya Truth Social de ser peymana agirbestê ya Gaza nivîsî.

Trump, ku 20’ê Çileyê dest bi kar dike, dîyar kir ku lihevkirin wek ‘’encama serketina wan ya dîrokî’’ çêbûye.

‘’Ez pir bi kelecan im ku dîlên Amerîkî û Îsraîlî wê vegerin malên xwe û bigihijin malbat û dostên xwe.’’

Wî dîyar kir ku ewê rêvebirîya wî hewil bide ku Peymanên Îbrahîm pêşve bixin di dewra wî ya yekê de di navbera Îsraîl û hin dewletên Ereb te hatibûn îmza kirin.

Trump di nivîsa xwe de behsa Filîstînîyan û Hamasê nekir.

Serokê hilbijartî got ku jibo Gaza careke din nebe kozika terorîstan ewê hevkarîya xwe ya bi Îsraîl û hevbendan re bidomînin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken do Sêşemî gotibû ku ger li Gaza lihevkirin çêbe ewê nexşerêya rêvebirîya Serok Jeo Biden bidin Serokê hilbijartî Donald Trump.

Trump û tîma wî hîn eşkere nekiriye ku ewê li gor wê planê tevbigerin yan ne.

Jêder: Reuters, VOA