Serokê Amerîka Donald Trump îro piştî demek kin, dê li paytexta Erebistana Saudî peyvekê pêşkesî cîhana Îsamî bike, di dema pêşkeşkirina peyvê de, bi dehan serok û berpirsên welatên Arabî û Îslamî dê di amade bin, di peyva xwe de Trump dê tekezê liser şerê li dij grûpên Îslamê yên çekdar û tundrê bike.
Berî peyva xwe pêşkeş bike serok Trump li gel berpirs û serokên her şeş welatên "Hevkarîya Kendavê" kom bû, di civînê de Trump guh li nerînên wan welatan girt derbarê Îranê û maytêkirinên wê li herêmê û piştevaniya wê bû grûbên tundrê.
Di civînê de herweha behsa awayên jinavbirina tevgerên Îslamî yên çekdar û tundrê hat kirin., her îro sibê roja Yekşemê ku roja duyan ya seredana serok Trump e, li Erebistana Saudî li gel serokê Qete, Behreyîn û Misrê kom bû.
Di komcivîna Îro de Trump dê bi serokên 50 welatên Arabî û Îslamî bicive û peyvekê arastey cîhana Îslamê bike.