Trudeau Dibêje Divê Kuştinên Sivîlan li Gaza bi Dawî Were

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau got ku divê dawî li kuştinên jin, zarok û pitikên li Gaza were.

Trudeau ji destpêka gurbûna şerê dawî ya Îsraîl û Hamasê vir ve cara pêşî Îsraîlê wisa bi tundî rexne dike.

Kanada, piştî êrîşa Hamasê ya ser başûrê Îsraîlê ku 1400 kes kuştibûn û pirtir ji 200 kes dîl girtibûn, dîyar kiribû ku mafê Îsraîlê heye li dijî hember Hamasê berevanîya xwe bike.

Lê, Kanada mîna Amerîka û hevbendên wê yên din ser zêdebûna kuştinên li herêmên dijwar fikarên xwe jî ragihandin.

“Ez bang li hikûmeta Îsraîlê dikim nermbûneke xurt nîşan bide. Cîhan ji televîzyonê, ji medyaya civakî temaşe dike, em doktoran, kesên sax mane û zarokên ku dêûbavên wan hatine kuştin dibihîsin.”

Trudeau dîyar kir ku cîhan dibîne çawa jin, zarok û bebik têne kuştin û got ku divê ev rewş bisekine.

Serokwezîrê Kanada bi berdewamî got ku divê Hamas jî Filîstînyan wek mertal bi kar neyîne û hemî dîlan berdan.

Li gor ragihandina Trudeau ji Gaza dora 350 hemwelatîyên Kanadî, endamên malbatan û yên ku destûra wan ya rûniştinê heye, hatine derxistin.

Trudeau hefteya borî jibo pêdivîyan sîvîlan û berdana sîvîlan ser pevçûnan banga navbereke mirovahîyê kiribû.