Nakokîya Amerîka Û Tirkiyê li Ser Mûşekên S-400 Tund Dibe

Dem xweş derbaz dibe jibo ku Tirkiye xwe dur bixe daku ew û Amerîka nehên beramberî hev ji sedema kirîna sîstema mûşekên S-400 ji Rûsya.

Amerîka dixwaze bazarê kirîna S-400 ji Rûsya bidawî bike û li ciyê wan ewê sîstema pêşkeftî ya Patriotan bide Tirkiyê ku herdu welat hevpeymanên NATOê ne.

Kirîza dîplomasî ya herî dawî di navbera Tirkiyê û Amerîka de li meha Tîrmeha bûr bû, lê duberî di nava herdu welatan de li ser gelek pirsên dî yên weke pirsa Sûriyê, sizayên Amerîka li ser Îranê û girtina karmendên Konsulxana Amerîka l iTirkiyê bûne sedema kurbûna aloziyan.

Ev alozî bûn sedem ku lîreya Tirkî dakeve xwar û bihayê xwe li hember dolarî hinda bike, vê hefteyê bihayî lîreya Tirki bi rêjeya 1.5% dîsan kete xwar.

Enqerê ew dema Amerîka ya ku weke "dema destdayî" dabû Tirkiyê debazkir, da ku bersivê bide Amerîka kanê ewê sîstema mûşekên patriot bi bihayê 3.5 milyar doran bikire yan na.

Berpirsên Amerîkî dibêjin dawiya vê meha dema fermî ya dawîye ya bazarê mûşekan pêşkeşî Tirkiyê kirbû.

Erdogan Serokamorê Tirkiyê bazarê Amerîka yê pêşkeşkirî red nekirbû, lê pir caran dubare dike ku ew jibo kirîna mûşekên S-400 yên Rûsî gavan paşve na avêjin. hatîye plankirin ku meha Îlona bihê Rûsya wan li Tirkiyê belav û bi cî bike.

Ger ku Tirkiye li ser bazara bi Rûsya re bimeşe û mûşekên S-400 bikire, wî çaxî dê bazara Tirkiyê ya kirîna firokên F35 jî xerab bibe û Amerîka dê sizayan li gur yasaya Amerîkî li dij Tirkiyê ragihîne ku dê di "çarçevsa qanuna bersing girtina neyarên Amerîka" de bi rêya sizayên aborî pêk bihê.

Dema ku pirs ji Erdogan hat kirin ku ewê gav paşda pavêjin bo kirîna mûşekên Rûsî, wî got "pirs bidawî bûye, ne mumkine Tirkiye jê veger…dê meselek exlaqî nebe", Erdogan got piştî wê Tirkiyê dê S-500 an ji Rûsya bikire.

Wezîrê berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar roja Înê ragihand ku Amerîka ji wan re gotîye, Kongres dê bazarê kirîna firokên F35 erê neke ger ku Tirkiyê ji kirîna mûşekên S-400 lêve nebe.

Lê Tirkiye dibêje wan beşekî pereyên S-400 daye Rûsiya û bazar bidawî bûye û veger ti ne ye.