Li Brîtanya Lehî Dibe Sedama ji Karketina Hêla Trênê ya Eurostar

Lehî di tuneleka tirênê ya li nêzî Londonê de bû sedema betalkirina hatn û çûna zêdetirî deh trênên ku Brîtanya bi welatên dî yên Ewropî re girêdidin serê sibê roja Şemiyê, operatorê rêkên tirênan yê navneteweyî Eurostar got.

Kompanîya geştên hêla hesinî ya navneteweyî Eurostar ragihand ku serê sibêha îro Şemîyê, di tuneleka trenê ya li nêzî Londonê de lehî rabûye.

Eurostar got ku jiber lehîyê heya niha bi dehan seferên trenê di navbera Brîtanya û welatên din yên Ewrupa de hatine betal kirin.

Kompanîyê da zanîn ku ew bo çakkirna tunelan xebatên xwe didomînin lê bo niha tevahîya xetên hesinî hatine girtin.

Eurostar dîyar nekir ku ka wê kengê seferên trenan jinûve destpê bikin.

Betalkirina seferan rojeke berîya sere salê bû sedem ku bi sedan rewî li îstastyonan asê bimînin.

Betalkirinên îro di demsala betlaneya îsal de bo kiryarên Eurostar derbeya duyê ye. Di 21’ê Berfanbarê de jî jiber greva karkerên hesinî yên Fransî planên rêwîtiya Noelê ya bi hezaran têkbiribû.