Li Trabzonê 10 Kes Êrîşî Karkerekî Kurd Dikin

Karkerê Kurd Ozal Urtekîn, di Nexweşxaneyê de

Li bajarên Tirkîyê dijberiya li hemberî Kurdan her roj zêdetir dibe. Herî dawî Ozal Urtekîn ku bi xwe ji bajarê Agirî, navçeya Pantnosê ye rastî êrîşeke tundîyê hat û ev 10 rojin di nexweşxaneyê de ye.

Ozal Urtekîn, di 8’ê Gelawêjê de li bajarê Trabzonê Taxa Ortahîsarê, li ber nîqaşeke biçûk rastî êrîşeke deh kesan hat.

Êrîşker nêzîkî 20 deqe bi kulm û penîyan li Urtekîn didin, destê wî bi têla hesin girê didin û dura jî li ser wî êşkence dikin.

Urtekîn piştî ku di nexweşxaneyê de hate ser xwe, hurgiliyên wê bûyer bi vekirî ji Dengê Amerîkayê re vegotin:

“Ez bi xwe karkerê avahiyan im. Li her derê Tirkîyê ez kar dikim. Ev salek û nîve ez bi malbatî li Trabzonê me û di karê înşaatan de dixebitim. Li taxa Ortahîsarê de ez karê Siwaxê (rastkirina dîwaran berî bûyaxê) dikim. Li Trabzonê jî karê elektrîk dikim. Di navbera me de gengeşîyeke biçûk çêbû lê 9-10 kesî bi yekcar êrîşî ser min kirin.”

Weke qurbaniyê êrîşê dibêje, êrîşkaran bi têla hesin destên wî girê didin, bi tevşo, dar, kulm û peyîna heta ji wan tê lêdidin. Urtekîn li hemberî vê êrîşê hemû hêvîya xwe winda bike jî lê bi her awayekê hebe ji destê wan rizgar dibe. Ew wê dema xwe ya bi êş wiha behis dike:

“Min çima ku got kabloyên xwe di binî de bibin ku em bikarin ser siwax bikin. Li ser kabloya wan hin sîwax rijabû. Li ber vê hincetê yekî êrîşî ser min kir û bi kulm û peyîna li min da. Paşê hevalên wî yên din hatin. Min go qey ewê me ji hev bidin paş, lê wisa nebû ewan jî yekser êrîşî min kirin. Nêzîkî 20 deqe li min dan. Paşê destê min bi têlê girê dan ku êşkence bikin. Lê bi şiklekê min xwe ji destê wan rizgar kir, paşî revîm nav daristanê.”

Piştî bûyerê leşker tên û Ozel Urtekîn dibînin û dixwazin alîkarî bikin. Li ber lêdanê ew nikare ku birêv here û leşker dikevin bin çengê wî. Urtekîn wê demê jî wiha tîne ziman:

“Dema leşkeran ez dîtim, ew dem cîgera min sekinîbû min nikaribû ku bêhna xwe bigrim û bidim. Di wê demê de yên ku êrîşî min kiribûn dixwastin ku car din êrîş bikin. Leşkeran ew durxistin. Yên der dorê agahî dabûn ekîba tendûrîstîyê.”

Urtekîn, radgihîhîne ev êrîş di wê demê de yekser di serê wan de çênebûye, ew vê êrîşê wek êrîşeke bi plankirî dibîne. Sedama wê yekê jî ew wiha bilêv dike:

“Ya rastî ew ji Kurdan acizin. Berî vê êrîşê jî dema em didîtin dev û lêvên xwe xwar dikirin. Me ev tevgeriyana wan piştgoh dikir û li karê xwe mêze dikir. Lê bi hinceteke ewqas biçûk, 10 kes di carekê de bi ser min de hatin, wî çaxî min armanca wan bêtir fêm kir, jibo ku ez Kurd bûm.”

Du hestîyê Urtekîn şikestîye û di bedena wî de li gelek cîyan derbên lêdana kulm û peyînan, tevşo û daran heye. Heke di rewşa tendurîstîya Urtekîn de xweşbûn çêbe ewê roje Înê ji nexweşxaneyê derkeve.

Şahîdên vê bûyerê muhendîsê înşaatê jî vê yekê piştrast dike. Ew radigîhîne ku piştî bûyerê gava ew çûye wê derê Ozal Urtekîn di rewşeke pêrîşan de dîtîye û dev û lêvên wî di nav xwînê de bûye û her derê zendê wî mor bûye.

Nexweşxane di rapora xwe de, derbên ser Urtekîn wiha nîşan dide, “Ev birîn bi dermankirineke biçûk naçin. Metirsiyek jiyanê heye.”

Ji van êrîşkeran 7 kes hatin binçavkirin. Dozger girtina van kesan daxwaz kir û ew şandin dadgehê. Lê li dadgehê ew serbest hatin berdan.

Parêzvanê Urtekîn, Mensûr Çîl, li hemberî serbestberdana gumanbaran bertek nîşan da û ragihand ku li vê derê êrîşeke bi rêxistinî heye û muwekîlê wî hatîye derbkirin û ew jî, dê heta dawîyê li ser vê meselê bisekinin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Enqerê_ED_17_08_2023_Ozal_Urtekin_Êrîş.mp3