Li Tirkîyê Sedemên Bilindbûna Nirxên Zêr û Dolar Çi Ne?

Piştî destpêkirina pandemîya nexweşîya COVID-19 li Tirkîyê nirxê zêr û dirava bîyanî bilindtir dibe.

Di çar mehên dawî de nirxê zêr hember lîraya Tirkî % 33 û yê dolar jî nêzî % 30 bilind bûye.

Niha li Tirkîyê di bazara serbest de buhayê grama zêr 465 lîra zêdetir e û yek dolara Amerîkî 7.48 lîra û euro jî 8.81 lîra ye.

Pisporên aborîyê bilindbûna niha bi korona û bêaramîya aborîya Tirkîyê ve girê didin.

Huseyîn Denîz

Bankên li Tirkîyê ev demeke dirêj e ku dixwazin pêşî li bilindbûna zêr û diravên bîyanî bigirîn, lê serketî nebûn.

Aborîzan Huseyîn Denîz bawer dike ku zêr û pereyên bîyanî wê heta demeke din bilindbûna xwe biparêzin.

“Di nav gel de komkirina zêr rêya herî ewle tê dîtin. Jibo vê jî heya ji wan tê zêr didin ser hev. Ji alîyekî din ve, jiber koronayê gelek dawet hatibûn paşxistin û piranîya wan di vê mehê de çêdibin. Dawet jî li ser kirîna zêr e loma buhayê zêr bilind dibe.”

Denîz bal dikşîne ku koronayê ser dolarê bandoreke neyênî kir.

“Bazara serbest di gelek warî de tevlihev bû. Dema bawerî çû, gel jî pereyên bîyanî yên wek dolar kirîn û gelek deynên Tirkîyê bi wan diravan in. Ew her du bûn sedem ku nirxê dolarê bilind be.”