Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavuşoglu îro Pêncşemê got ku ewê YPG'ê ji sînorê Sûrîyê derxînin, ger ew bi Amerîka re negehijin planeke hevbeş ku wê ji Minbîcê derxînin.
“Ger ev plan bi cîh neyê, teka bijareya pêş me paqijkirina terorîstan e. Ev ne tenê bo Sûrîyê, lê bo Îraqê ye jî,” Cavuşoglu got.
Wî lêzêde kir ku Serokomar Tayyîp Erdogan û Serok Donald Trump dê îro Pêncşemê bi telefonê bipeyîvin.