Tirkîye ji Amerîka re: Piştgirîya YPG'ê Rawestîne yan Rûbirûyê Şer Be

Tirkîyê îro Pêncşemê bang li Amerîka kir ku piştgirîya xwe ji YPG'ê re bisekinîne yan jî rûbirûyê pevçûnên bi hêzên Tirkî yên ser erdê bibe.

Daxuyanîya Enqerê, ku yek jî daxuynaîyên herî tund e, xeterîya şerekî navbera her du welatên endamên NATO'yê nîşan dide.

“Yên ku piştgirîya rêxistineke terorîstî dikin, li qada şer wê bêne armanc girtin,” Cîgirê serokwezîrê Tirkîyê Bekir Bozdag got.

Wî got ku divê Amerîka pêdaçûnê li ser desteka ku dide rêxistina terorîst ji pêş çavan derbaz bike da ku rê li ber şerekî veneke.

Tirkîyê ew şeş roj in ku dest bi operasyoneke leşkerî li ser Efrînê kiriye ku qaşo wê herêmê ji “terorîstan” paqij bike.