Ajansa Reuters îro Înê ji zarê komîteya hevbeş ya Tirkîyê û Amerîka radigihîne ku her du alî qayil bûne ku hewilên danîna rêketineke li ser bajarê Minbicê ya bakurê Sûrîyê, heta dawîya vê salê temam bikin.
Her du alî di civîna îro de herwiha derheqa planên hevbeş yên deverên din jî xebatên xwe bidomînin ku di nexşerêya Minbicê de hatibûn dîyar kirin.
Demeke zûtir ya vê salê, Tirkîyê û Amerîka giheştibûn rêketinekê û hevbîr bûbûn ku YPG ji wî bajarê bi tevahî vekişe. Tevî ku Amerîka piştrast kir ku hêzên YPG’ê ji bajêr derketine, Tirkîye wê yekê qebûk nake.