Hêzên Tirkî Çima ji Bingeheke Çavdêrîyê li Sûrîyê Vekişîn?

Artêşa Tirk do Sêşemê hêzên xwe ji bingeha çavdêrîyê ya bajarokê Morekê li bakur rojavayê Sûrîyê vekişandin.

Hêzên Sûrî bi piştevanîya Rûsya sala par û destpêka îsal deverên fireh li wê herêmê kontrol kirbûn û çend bingehên Tirkî hatibûn dorpêç kirin.

Berpirsê ofîsa sîyasî ya Artêşa Şoreşgeran Ahmed Sultan Ebu Arac got ku Tirkîye wê ji hemû xalên çavdêrîyê, ku niha li deverên destê rejîmê ne, vekişe.

Ebu Arac

“Ez pêşbînî dikim vekişîna Tirkî wê ne tenê ji xala 9'ê ya Morek be, lê ewê ji xalên Şêr Mixar, Surman, Xan Şêxûn û Mehr Hitat yên li başûr Îdilbê ne jî vekişin”.

Vekişîna hêzên Tirkî ji xala Morek di demekê de tê ku rejîma Sûrî û Rûsya dixwazin devera li başûrê rêya M4 kontrol bikin.

Lê tevî vê yekê, Ebu Arac dibîne ku di navbera Rûsya û Tirkîye ne pirsgirêk tuneye loma rewş weke xwe dimîne.

“Berî ku hêzên Tirkî li wan xalên çavdêrîyê bi cîh bibin, Rûsya û Tirkîye dor wê lihev kiribûn, ti pirsgirêk di navbera wan de tune ye û ti ceng naqewimin”.

Dor hebûna lihevkirineke veşartî di navbera Tirkîye û Rûsya de û egera bazarekê jibo berdêlkirin deverên bakur û rojavayê Sûrîyê, bi yên herêmên Rêvebirîya Xweser, Ebu Arac got ku ew îhtîmal nade wê yekê.

“Niha agirbest li tevahîya Sûrîyê heye, çi li Îdilb yan li bakurê rojhilata Sûrîyê, Heta dawîya 2020’an ti guhertina di nexşeya kontrolkirinê de çênabin û pêkan e ku di vê demê de hin çareserîyên sîyasî pêk werin”.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Tirkîye û Rûsya di Adara sala 2018'an de, peymanek îmza kiribûn ku li gor wê peymanê, artêşa Tirk 12 xalên çavdêrîyê li bakurê rojavayê Sûrîyê ava kiribûn.

Lê piştî pêşketina hêzên rejîma Sûrî destpêka vê salê û kontrolkirina hin deveran, Tirkîyê hêzeke zêde derbaz dike, ku niha bi dehan bingehên wê li hindurê Îdlibê hene, herwiha bi hezaran leşker û çekên giran li wê derê bi cîh kirine.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_10_21_Vekişîna_Tirkî_Morek