Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Rûsya û Tirkîye nêzî îmzakirina peymaneke nû ya sîstema S-400 bûne.
Reutersê ew nûçe ji zarê karbidestên Rosoboronoexport, ku kompanîyeke çekan ya Rûs e, ragihand.
Serokê Rosoboronexport Aleksander Mikheyev dîyar kir ku Tirkîye û Rûsya dikarin peymaneke nû ya S-400 îmza bikin.
Ger peyman were îmza kirin, Tirkîye dê cara duduyan ji Rûsya sîstema berevanî ya S-400 bikire.
Jiber wê danûstandina Tirkîye û Rûsya, di navbera Washington û Enqerê de girjî çêbûbû.
NATO jî dide zanîn ku ew sîstem xeterî li ser sîstema wê ya berevanîya hevbeş dike, loma nabe ku dewleteke endam xwedîyê wan çekan be.