Tirkîye û Rûsya Ser Tixubên Herêma Ewle li Îdlibê Hevbîr in

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê îro Înê ragihand ku sînorên herêma ewle ya bêleşker li Îdlibê, wê di cîvînên ligel şandeyeke Rûsî de werin dîyar kirin.

Biryar hate dayîn ku tixubên wê herêmê li gor rastîya erdîgarî û deverên rûniştina sivîlan werin dîyar kirin û civîn wê di navbera 19’ê û 21’ê Îlonê de werin kirin,” daxuyanîya wezaretê got.

Putin û Erdogan biryar dabûn ku herêmeke ewleli Îdlibê were danan û hemî çekên giran wê ji herêma bêleşker werin kişandin.

Rûsya û Tirkîyê herwiha li hev kiribûn ku divê El Nusra û komên wek wê tundrê ji wê herêmê werin derxistin û ew pêkanêna wê herêmê heta 15’ê Cotmehê têkeve jîyanê.