Işik: Hikûmeta Tirkîyê bo Qayimkirina Desthilatê Dixwaze Şerê Kurdan Bike

Hêzên Tirk li hindurê axa Sûrîyê (Arşîv)

Di navbera Tirkîye û Amerîka de danûsitandinên ser “Herema Ewle” ya li bakurê Sûrîyê didome.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gotîbû ku Tirkîye dê bikeve Rojhilata Firatê û wan ew yek bi Amerîka û Rûsya re jî parve kiriye.

Rojnamevan Fehîm Işik dibêje ku Tirkîye bê îzna Amerîka nikare operasyoneke dijî heremên Kurdan bike.

“Her çiqas jibo Kurdan, Rojhilata Navîn û jibo Tirkîye operasyoneke xeter be jî, dema Tirkîye ji Amerîka îznê wergire, dikare bikeve rojhilata Firatê. Jibo fêmkirina vê yekê, divê em li rayedarîya Tirkîyê binirxînin. Ev aqilê Tirkîye niha bi rêve dibe berjewendîya xwe di şer de ditîye. Jibo ku siberoja xwe qayîmtir bike, ji şer sûd digire û ji wan re tiştê herî hêsan şerê dijî Kurdan e.

Işik dibêje ku ger operasyonek dijî heremên Kurdan were kirin, şêrê li Rojhilata Navîn dê mezintir bibe.

Your browser doesn’t support HTML5

MEB_08_06_2019_F_Isik