Karbidestên Tirk dibêjin, di jimareke operasyonên hember DAIŞ û PKK de 251 kes li seranser Tirkîyê hatin girtin.
Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu got, li 16 bajarên welêt bi beşdarbûna helîkopteran operasyonên hevdem hatin kirin û di encamê de 297 kes hatin binçav kirin.
Ev operasyon di vê demê de tên ku raportên medyayî dibêjin Tirkîye qayil bû ku Bingeha Esmanî ya Încîrlîk ji firokên Amerîkî re veke ku hember DAIŞê êrîşan pêk bîne.