Li Tirkîyê Mûçeya Kêmtirîn Dîyar Bû: 4 Hezar û 250 Lîra
Di destpêka serê vê mehê de Komîsyona Dîyarkirina Mûçeyan ya Tirkîyê civîbû û çavê karkeran li ser biryara komîsyonê bû.
Komîsyonê di 16ê Berfanbarê de bi preskonferansekê asta herî nizim ya mûçeya nû dîyar kir.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di civînê de got ku di sala 2022’an de mûçeya herî kêm wê 4 hezar û 250 lîra be ku ew di 2021’an de 2 hezar û 825 lîra bû.
Dema ku ew mûçe hati ragihandin ew wekheva 185 dolaran bû, lê di nava pênc saetan de dolar bilind bû û mûçeya nû daket 180 dolaran.
Mûçeya nû niha wekheva 280 doloran e, lê ev mûçeya sala borî di meha Rêbandanê 2021’an de 384 dolar bû. Anku mûçeya herî nizim ya sala 2022’yan bilind be jî, lê li gor sala 2021’an 104 dolar kêmtir e.
Desthilatî vê bilindkirina mûçeya herî kêm bi şêwazekî serketinê dîyar bike jî, opozîsyon wek desthilatîyê nafikire û dibêje ew li gor hêza kirînê têr nake.
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu pîştî eşkerekirina mûçeya nû got ku hikûmet ew kiriye 4 hezar û 250 lîra lê niha ew mûçe dike 280 dolar.
Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu jî got ku mirov li bilindbûna nirxê dolarê binêre, dibîne ku bilindkirina asta mûçeya herî kêm demûdest helîya.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî di hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku ev zêdekirina mûçeyê wê ji derdê xebatkaran re nebe derman.
“Bi lezûbez mûçeya herî kêm bikin 6 hezar lîra û jibo parastina nirxê wê jî pêngavên nû bavêjin.”
Your browser doesn’t support HTML5