Paketa Hikûmetê ya Derxistina Girtîyan ji Zindanê Dibe Armanca Opozîsyonê

Di bîragiştî ya Tirkîyê de her çiqas wek zagona efûyê were zanin jî amadekarîya derbazkirina paketa qanûna înfazê roja Sêşemê hate meclîsê.

Ev paktêta înfazê ji alîyê AKP û MHP’ê hate pêşnîyar kirin. Berî hatina meclîsê her çiqas li gel partîyên din hevdîtin çêkin jî lê di nav gelek xalan de partîyên sîyasî pêk nehatin.

Di roja yekê de ev rastkirina înfazê ji alîyê HDP û CHP’yê ve li nav parlamanê, bi çepikan hate protesto kirin. Di roja Çarşemê de jî ser vê rastikina înfazê navbera parlementerên HDP û MHP’ê de şer derket.

Desthilatî her çiqas bêje ku ev rastkirina înfazê jibo bergirîya vîrusa Covîd-19 ye, HDP vê yekê rast nabîne û bawer dike ku bi vê rastkirinê dixwazin ku layenên MHP yên ku pirê wan li ber bêrûmetîyê hundirdane serbest bihêlin. Daxwazên HDP’ê ew ku çarçova vê gorandinê de girtîyên sîyasî jî hebin.

Nefsî bertek jî alîyên CHP û Partîya Dahatû ve jî hene. Serokê Giştî yê Partîya Dahatû Ahmet Davûtoglu ev rastkirina înfazê di alîyê rêbaz û disturê de rexne kir û rast nedît.

Hiqûqnas Cahît Kirkazak jî rastkirina înfazê jibo Dengê Amerîkayê nîrxand û got ku MHP’yê di dema hilbijardinê de sozek dabû û ana bi destê AKP û MHPê ve ev soz tê cîh kirin:

“Di vê rastkirina înfazê de kesên sîyasî nîne. AKP dixwaze destê MHP rehet bike. Jibo ku dema hilbijardinê de MHP soz dabû layenê xwe. Ku pirê vana jî jiber bêrûmetîyê hundirdane. Bi hinceta vîrusa korona dixwazin ku ewan serbest bihêlin. Lê heke mesele korona be pêwîst e ku jibo hemû girtîyan nefsî hev temaşe bikin.”

Your browser doesn’t support HTML5

ED_04_09_2020_Qanuna_Infaze.mp3