Tirkîye, Îran û Îraq Dijî Referanduma Herêma Kurdistanê Hevbîr In

Tirkîye, Îran û Îraq hevbîr bûn ku li hember referanduma Herêma Kurditanê Îraqê, pêngavên bersîvdanê bavêjin.

Ajansa Reuters radigihîne ku her sê dewlet bi daxuyanîyeke hevbeş xema xwe li ser referandumê dîyar dikin û îdia dikin ku ew referandim wê desketinên Îraqê yên hember DAIŞê bavêjê metirsîyê û rê li ber kêşeyên nû yên herêmî vekin.

“Wezîran bal kişand ku referandum dê xizmeta berjewendîya Kurdan û Hikûmeta Herêmê neke û ew gîş hevbîr bûne ku li dijî referandumê, pênagavên bersîvdanê yên hevbeş binirxînin.”

Hêjayî balkişandinê ye ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gefa danana toleyên aborî li ser Kurdên Îraqê kiribû û artêşa Tirkîyê jî li ser sînor dest bi hîndarîyeke leşkerî kiribû.