Opozîsyona Tirkîyê Daxwaza Hilbijartina Pêşdem Dike, Erdogan Qebûl Nake

Li Tirkîye di rojeva sîyasî de hilbijartina pêşdem cîhekî girîng digire.

Li alîyekî CHP, HDP, ÎYÎ Partî, Partîya Gelecek û partîya DEVA hilbijartina pêşwext jiber rewşa xirab ya aborî û sîyasî dixwazin, lê partîyên desthilatdar AKP û MHP dixwazin hilbijartin di dema normal de pêk were.

Serokê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê daxwaza opozîsyonê ya hijbijartinên pêşdem red kir û got ku hilbijartin wê di Hezîrana 2023’an de were kirin.

"Li Tirkîye yên ku nikarîn bi alozîyên civakî, rêxistinên terorê, hewilên darbeye û xefikên aborî guhartinê pêk bînin, dixwazin bi mudaxeleya sîyasetê vê yekê bikin," Erdogan got.

Lê her sê partîyên din yên opozîsyonê yên li meclîsê: CHP, HDP û ÎYÎ Partî jî dixwazin ku hilbijartina pêşwext werin kirin û banga vê yekê ji hikûmetê dikin.

Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bang li Erdogan kir ku biryara hilbijartina pêşdem bide.

"Heke hûn ji Xwedê hez dikin ji hilbijartinê nerevin. Ez li meydanê li benda we me. Dem dema hilbijartinê ye."