Tirkîye ji Swêd û Fînlandîya Gavên Berbiçav Dixwaze

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Înê ragihand ku Tirkîye li bende ye ku Swêd û Fînlandîya gavên berbiçav bavêjin û piştgirîya xwe ya bo komên terorîst rawestînin da ku Enqere dijberîya xwe ya ser endambûna wan ya NATO'yê bi dawî bike.

"Derbarê fîkarên Tirkîyê, divê gaveke berbiçav were avêtin. Divê ew piştgirîya ku didin terorê qut bikin, " Çavuşoglu got.

Fînlandîya û Swêd hefteya borî bi fermî bo endamtîya NATO'yê serlêdana xwe kiribûn ku piştî dagirkirina Ukrayna ji hêla Rûsya ve, ewlehîya xwe xurt bikin.

Her du welatan hêvî dikir ku wê pêyvajoya tevlîbûna wan di demeke kin de were pejirandin.

Endamên din yên NATO'yê pêşwazîya serlêdanên Fînlandîya û Swêd wek gaveke dîrokî bi nav dikin û piştgirî didin wan.

Lê, Tirkîyê dijberîya xwe dîyar dike ku her du dewlet kesên girêdayê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û alîgirên Fethullah Gulen dihewînin.

Şandeyên her du welatan roja Çarşemê jibo danûstandinan ligel karbidestên Tirk serdana Enqerê kiribûn.

Berdevikê serokê Tirk Tayyîp Erdogan, Îbrahîm Kalin ragihandibû ku wan bo rakirina ambargoya derfirotina çekan helwesteke erênî ji Swêd û Fînladîya dîtiye.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde jî li ser Twitterê gotibû ku dîyaloga wan avaker bû û axaftina wan wê bidome.

Swêd û Fînlandîya dijî Tirkîyê derfirotina çekan ragihandibûn, piştî ku Tirkîyê li Sûrîyê hemberî hêzên YPG'ê operasyoneke leşkerî pêk anîbû.

Enqere YPG’ê wek PKK’ê dibîne û her du koman jî wek rêxistinên terorîst bi nav dike.

Hêjayî balkişandunê ye li gor rêzikên NATO'ye divê hemî 30 dewletên endam serlêdana welatekî nû li parlamentoyên xwe erê bikin ku ew dewlet wek endameke nû ya hevalbendîya leşkerî were pejirandin.