Mesrefa Darbeya Leşkerî ji Tirkîyê re Dora 100 Mîlyon Dolar E

Rojnameya Hurriyet ya Tirkî radigihîne ku hewila darbeya tekçûyî heta niha 100 mîlyon dolar zîyan gîhandiye aborîya wî welatî.

Wezîrê Gumruk û Bazirganî yê Tirkîyê Bulent Tufenkci got ku buhayê mesrefên ku hikûmetê li hember darbeyê kiriye dora 100 mîlyon dolar e û reng e ew hîn jî pirtir be.

Tufenkci ji Hurriyet re got ku hin karsazîyên derve karên hevbeş yên ligel kompanîyên Tirk betal kirinine û jiber kêmbûna berhemkarîyê mesrefên ser hikûmetê dikarin hîn ji zêde bin.

"Darbevanan wiha kir ku Tirjkîyê wek welatekî cîhana sisêyan xuya be. Piştî ku dîmenên tankên li nav kolanan û bombekirina parlemanê belav bûn, berhemkar êdî neyên."

Tufenkci geşbînîya xwe ragihand ku Tirkîyê zû rabûye ser xwe û borsa bazarên welêt jî ji heftekê kemtir dem de hatiye vekirin.