Li Tirkîyê Pêdivîya Karanîna Maskê Hate Rakirin

Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahretîn Koca ragihand ku li Tirkîyê pêdivîya karanîna maskê êdî hate rakirin.

Bûyera yekê ya COVID-19 li Tirkîyê di 11 Adarê 2020’an de cara yekê hatibû dîtin.

Pêdîvîya maskê bi awayekî fermî li Tirkîyê 5 meh şunde ango di 8 Îlonê 2020’an de hate derxistin. Piştî du salan şunde ev bergirîya maskê êdî wê nebe.

Wezîr Koca piştî civîna Desteya Zanistî dîyar kir ku ew hin bergirî sist kirine û hin bergirî rakirine.

“Welatê ku piştî me dest bi bergirîya kiribûn pirê wan berî me di ev bergirîyan de hinê wan sist kirin, pirê wan jî rakirin. Emê ji niha pê ve têkoşîna xwe bi vaksînê û derman bidin.”

Koca, ragihand ku dermanê ku niha ewê bi kar bînin, jibo kesên ku temenê wan bin 65 salan de ye dest bi belavkirinê kirine.

Wezirê Saxlemîyê hin bergirîyê ku ji pêdivîyê derxistene di nav pênc xalan de dîyar kir.

Yek: Edê di hewayê vekirî ango li derve karanîna maskê ne mecburî ye.

Du: Heke li cîyên hindurîn bi têra xwe hewa heye û mesafe tê parastin, karanîna maskê ne pêdivî ye.

: Di vê dema nû de pêwîstîya KODA HES li hemû cîyan hate rakirin.

Çar: Yên ku îşareta nexweşîyê dîyar nakin ji wan wê test neyê xwestin.

Pênc: Li dibistanan dema 2 kes bi COVID-19 biketa perwerdeya polê dihat sekinandin. Êdî ev pêdivî hate rakirin. Tenê ew kesên ku bi COVID-19 ketine wê werin îzol ekirin û perwerde wê bidome.

Li Tirkîyê di nav du salan de pirtir ji 14 mîlyon kes bi nexweşîya COVID-19 ketin, ji wan nêzi 95 hezar kes ji vê nexweşîyê mirine û 13 mîlyon kes jî ji vê nexweşîyê rizgar bûne.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_03_03_2022_Rakirina_Maskê