Li Tirkîyê di sala nû de nexweş û mirîyên ji COVID-19 her ku diçe zêde dibe. Bes di roja 19 Rêbendanê 2022’yan de 72 hezar û 615 kes bi nexweşîyê ketin û 176 kes jî ji COVID-19 mirin.
Li gor vê jî, di di nav 24 saetên dawî de 412 hezar û 31 kes testa COVID-19 çêkirine û di nav wan de jî % 17 nexweşên COVID-19 derketine.
Li Tirkîyê heta niha yên ku vaksîna pîva yekemîn çêkirine rêjeya wan % 92.27 e. Hê jî % 7.73 ti vaksîn li xwe nedane.
Rêjeyê pîva duyê jî % 84.03 ye, lê % 15.97 jî vaksîna pîva duyemîn nebûye. Hejmarê tevahîya pîva yek, du û sê li Tirkîyê 139 milyon û 578 hezar û 409 e.
Wezîrê Saxlemîyê Fahrettîn Koca, jibo vaksînbûnê hişyarîyê dide welatîyan. Gazîncê Koca ewe ku, yên ku jibo vaksînbûnê randevû distînin naçin vaksînê nakin. Vê yekê jî Koca wiha dîyar dike:
“Gelek kes randevû digirin lê naçin vaksîn nabin. Ku pirê wan jî baş dizanin ku yên bi vaksînbûyê nexweşîyê li gorî yên nevaksînbûyî hêsatntir derbaz dikin, lê dîsa jî naçin. Jibo vaksînkirinê dema tê veqetîn karê wan asteng nake, lê heke nexweş bikevin hemû karê wan tevlihev dibe. Randevuya xwe biparêzin.”
Pisporên saxlemîyê dîyar dikin ku piştî destpêkirina vaksînbûnê li Tirkîyê di bergirîyên COVID-19 de sistbûnîyek destpêkirîye û ev yek jî hejmarên nexwex û mirîyan zêde dike.
Jiber hatina zivistanê û barîna berfê çêkirina vaksînê jî her ku diçe dijwartir dibe. Wezîrê Saxlemîyê Fahrettîn Koca di vî warî de jî ragihand ku heke kesên ku nikarin biçin nexweşxanê, dişên bangî ekîba saxlemîyê bikin.
“Li gelek herêman jiber şert û mercên zivistanê gava ew nikarin werîn bila bangî personelên me bikin. Ekîba me heta gunda diçe û vaksînê dike. Tikaye yên ku derfetê wan heye bila biçin vaksîna xwe bikin.”
Your browser doesn’t support HTML5