Tirkîye Nahêle 2 Keştîyên Brîtanî Derbazî Ukrayna Bin

Nexşerêya rêyên avê yên ji ser Tengavên Bosfor û Dardanel li Tirkîyê

Tirkîyê îro Sêşemê dîyar kir ku ewê destûrê nede du keştîyên nêçîrvanîya mayînan yên Brîtanî ku ji avên wê yên Derya Reş derbazî Ukrayna bin.

Brîtanya meha borî got ku bi armanca xurtkirina kanîna deryayî ya hêzên Ukraynî di şerê bi Rûsya de, wê du keştîyên nêçîrvanîya mayînan bide artêşa Ukraynayî.

Ofîsa ragihandinê ya seroktîya Tirkîyê îro got ku wê rê ne de derbazbûna wan keştîyan û ew ji alîyê Ukrayna ve werin xebitandin.

Ofîsa serok Recep Tayyip Erdogan ragihand ku derbazkirina du keştîyên Brîtanî wê peymana Montro (Montreux ) ya navneteweyî ya karanîna tengavên Tirkîyê binpê bike.

“Tirkîye operasyona leşkerî ya taybet ya Rûsya ya dijî Ukrayna tavilê wek "şer" pênase kir û li gor xala 19'an ya Peymana Tengavan Montro bo keştîyên şer yên alîyên şer (Rûsya û Ukrayna) girt, “ ofîsa Erdogan li ser X’ê got.

Ofîsê herwiha anî ziman ku Tirkîyê hevbendên xwe yên NATO re ragihandîye ku heta şerê li Ukrayna bidome wê nehêle ku ti keştîyên şer tengavên Bosfor û Dardanelê bikar bînin.

Dema Rûsya di Sibata 2022’an de dest bi dagirkirina Ukrayna kir, Tirkîyê Peymana Montreux ya 1936’an kir merîyetê.

Ev biryara Enqerê derbazbûna keştîyên leşkerî yên Rûsya û Ukrayna wek alîyên şerker asteng kir.

Lê ji destpêka şer ve, ne Rûsya û ne jî Ukrayna bo derbazbûna keştîyên xwe yên şer ji tengavên Tirkîyê ti daxwaz eşekere nekirine.

Li gor peymanê tenê keştîyên ku vedigerin bingehên li welatên xwe dikarin ji Bosfor û Dardanelê derbaz bibin.

Ofîsa Erdogan destnîşan kir ku Tirkîyê mêrîyeta peymana Montro bi awayekî bêalî û bi baldarî rêve dibe da ku li Derya Reş alozî çênebe.

Enqere di nava şer de hem bi Kîevê û hem jî bi Moskowê re têkilîyên baş didomîne.

Brîtanya yan jî Ukrayna heya niha ser wê daxuyanîya Tirkîyê ti şiroveyeke fermî nekirine.

Jêder: Reuters