Tirkîye Hişyarî Dide Pêgirîya Amerîka ya Ser S-400'an Zararê Bide Peywendîyan

Dîmeneke ji mûşekên berevanî yên S-400 yên Rûsî yên li Tirkîyê (Arşîv)

Îbrahîm Kalin, berdevkê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hişyarî da ku daxwaza Amerîkî ya ser hilweşandîna sîstema berevanî ya Rûsî dikare zararê bigihîne peywendîyên dualî.

Kalin li Stenbolê di hevpeyvînekî de ser pirsgireka navbera Amerîka û Tirkîyê ya jiber muşekên S-400 yên Rûsî axifî û nerazîbpna xwe dîyar kir.

"Ger welatekî din bi helwesteke mezintir were û ji we re bêje 'Ya herro ya merro' wê demê hunê mecbûr bin ku rêyeke din bidin pêşîya xwe," Kalin got.

Pentagon dibêje ku Rûsya bi rêka S-400'an dikare di derbarê hevalbendên NATO'yê de zanyarîyên girîng kom bike.

Enqere daxuyanîyên Washingtonê red dike û dibêje ku heta ku Amerîka piştvanîya xwe ya ji Kurdên Sûrîyê re ranewestîne, ewê dest ji mûşekên Rûsî bernede.

"Divê alîyê Amerîka ji berjewendîyên ewlehîya netewî ya Tirkîyê fem bike. Em dixwazin pêngaveke berbiçav ji hevalbendên xwe bibînin," Kalin got.

Berdevikê Wezareta Berevanî ya Amerîka John Kirby bang li Tirkîyê kiribû ku aktîfkirina sîstema S-400 rawestîne û wî sîstemê ji dest xwe derxîne.

Kirby dabû zanîn ku di 10 salên dawî de gelek caran fersend ketiye destê Tirkîyê ku ji Amerîka sîstema Patriot bikire, lê Enqere li şûna wan S-400 ya Rûsya bijartiye.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price jî du hefteyên borî dîyar kiribû ku helwesta Amerîka ya bo S-400’an neguherîye.