Ajansa AFP radigihîne ku hikûmetê Tirkîyê hêlaye Wezîra Berevanî ya Almanya Ursula von der Leyen serdana leşkerên Alman li Bingeha Încîrlîk ya Tirkîyê bike.
Serokwezîrê Almanya Bînalî Yildirim îro Duşemê got ku wezîra Alman dikare bê pirsgirêkan serdana Încîrlîkê bike.
Enqerê hefteya borî destûr nedabû şandeyeke parlemana Almanî ku di meha Tîrmehê de serdana bingeha leşkerî bike. Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu gotibû ku ew guncaw nabînin ku çandeyên ne-leşkerî, taybetî jî yên sîyasetvan serdana bingeha Încîrlîkê bikin.
Peywendîya navbera Berlînê û Enqerê di asteke nizim de ye, piştî ku parlemana Almanya, kuştina Ermenîyan di sala 1915-16 de, di destpêka vê mehê de wek jenosîd qebûl kiribû.
Hêjayî balkişandinê ye ku dora 250 leşkerên Almanî li Încîrlîkê hene û ew bingeh di êrîşên dijî DAIŞ’ê de li Îraq û Sûrîyê. Roleke girîng dilîze.