Tirkîyê Dibêje Ew Nema Dikare Penaberên Afganî Wergire

Berdevikê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Omer Çelîk piştî civîna partîyê ser rewişa koçberan axifî.

Çelîk di axaftina xwe de da zanîn ku Tirkîye berevanîya sînorên xwe dike û ti hêza wan tune ku ew tek penaberekî din jî wergirin.

‘’Tirkîye ne kampa koçberan e. Hin dewlet daxuyanîyan belav dikin, dibêjin ‘Em pirtir alîkarîya diravî bidin Tirkîyê’ Ew hemî bêhurmetî ne’’ Çelîk got.

Wî dîyar kir ku ti hikmê wan gotinan tune û da zanîn ku ew dê berevanîya sînorên xwe bikin.

Di demên dawî de bi taybetî koçberên Afgan di ser Îranê re derbazî nav sînorên Tirkîyê dibin û li bajarên mezin yên wek Enqere û Stenbolê di navbera welatî û koçberên Sûrî de pevçûn çêdibin.