Parlamanterê CHP'ê Rexne li Qanûna Nû ya Anîna Diravan ji Derve Dike

Hikûmeta Tirkîyê li hîn rêyan digere ku krîza aborî çareser bike loma jî hewil dide ku ji derve diravên nû bîne nav welêt.

Wezareta Darayî ya Tirkîye li ser qanûna“Aşîtîya Hebûnan” guhartinên girîng kir û ew do di rojnameya fermî de hat weşandin.

Bi vê qanûna nû hemwelatî êdî dikarin dirav, zêr û diravên bîyanî yên li derveyî welat, bê pirs û lêpirsîn bi rêya bankeyan û li ser sazîyan bînin Tirkîyê.

Parlementerê Partîya Gel ya Komarî (CHP) yê Eskîşehîr’ê Utku Çakirozer bertek nîşanî vê yekê da û ev guhartin anî rojeva parlemena Tirkîyê.

Utku Cakirozer

Çakirozer got ku jibo pedivîya dîravên bîyanî ya gotina ‘dirav çawa tê bila were’ jibo Tirkîyê xeter e.

“Bi vê gavê Tirkîye dibe ku bibe bihuşta şûştina diravên reş. Em naxwazin Tirkîye jibo pêdivîyên xwe şûştina diravên reş peyda bike. Ku ev dirav bi rêyên hiqûqî hatîye qezenç kirin, çima li ser navê hin mirovên din tên şandin?”

Çakirozer bal dikşîne ku ger ew pere bi rêyên neqanûnî hatîye qezenc kirin, ev ji tê wateya şûştina diravên reş jiber vê guhartîna qanûnê dibe ku Tirkîye di qada navneteweyî de ji bixe zorê.

“Li welatên din baldarî li ser du tiştan tên kirin: lêpirsînan dikin ku dirav ji ku hat û jiber ku ev dirav tên tomar kirin, ji wan diravan bacan digirin. Li Tirkîyê ne bac tên standin, ne ji lêpirsîn jibo van diravên tên kirin.”

Your browser doesn’t support HTML5

MEB_08_24_2018