Gelo Peyama Erdogan ya Piştgirîya Hamasê Taktîkeke Hilbijartinê Ye?

Axaftinên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan yên derbarê Hamasê di rojeva Tirkîyê de cîhekî girîng digire.

Parlamanterê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) Vezîr Coşkun Parlak ji Dengê Amerîka re got ku Erdogan bi piştgirîkirina Hamasê dixwaze ku hilbijêrên xwe razî bike.

Parlak da zanîn ku piştî şerê Îsraîlê û Hamasê li Tirkîyê girseyeke mezin piştgirî da Hamasê û Filîstînîyan, lê Erdogan heta niha dilê piştgirên xwe rehet nekirîye.

Hamas dema di sala 1987’an de hate damezranadin û yek ji armancên wê yên serekî tunekirina dewleta Îsraîlê ye. Ew ji alîyê Amerîka û Yekîtîya Ewrupayê wek rêxistineke terorîst tê dîtin.

Piştî van gotinên Erdogan careke din dîyar bû ku Tirkîye Hamasê weke rêxistineke terorîstî nabîne.

Zanistê sîyasî Ahmet Ozer derbarê axaftinên Erdogan ji Dengê Amerîka re got ku li pêşberî bîragiştî her çiqas ew gotinên bi tund bêje, lê ew naxwaze peywendîya xwe bi Îsraîlê re xirab bike.

“Erdogan li hember Îsraîlê hin gotinên tund bibêje jî lê em dizanin ku di demên dawî de têkilîyên Tirkîyê û Îsraîlê ber bi başîyê ve çûbûn. Temaşe bikin, Erdogan rexneyên tund li ser Îsraîlê dike lê ti car gavên dîtbar navêje. Ya rastî Tirkîye dixwaze ku vê rewşê îdare bike û bi Îsraîlê re têkilîyên xwe bidomîne.”

Ozer li ser êrîşên Tirkîyê yên ku li Rojava pêk tîne jî rawestîya. Wî got ku ev bangên ku Erdogan ji Îsraîlê re dike pêwîst e jibo welatê xwe Tirkîyê jî bike.

“Tirkîye aniha di bin kontrola yek partî de ye û ji aramîyê jî dûr e. Tirkîyê berî ku pêşnîyarekê bide welatekî din pêwîst e vê yekê pêşî di welatê xwe de saz bike. Lê mixabin her roj firok radibin û mirov dimirin.”

Li gor hin pisporan, Erdogan dê pirsgirêka Îsraîl û Hamasê jibo hilbijartinên bajarvanîyan bike firsendek û stratejîya xwe jî wê li ser vê meselê damezrîne.

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) wê di 28'ê Cotmehê de li Stenbolê “Mîtînga Mezin ya Filîstînî” li dar bixe û Erdogan jî beşdarî wê mîtîngê bibe.

Herwiha, Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Huda-Par’ê Zekerîya Yapicioglu, Serokê Giştî yê BBP’ê Mustafa Destîcî, Serokê Giştî yê Partîya Di Nû De Refah’ê Fatîh Erbakan û Serokê Giştî yê DSP’ê Oder Aksakal jî dê beşdar bibin.

Li ser gotinên Erdogan yên di derheqê Hamasê de opozîsyona Tirkîyê heta niha jî bêdengîya xwe parast, lê Seroka Giştî ya Partîy Baş Meral Akşener ev “Mîtînga Mezin ya Filistînî” bi tundî rexne kir û got ku “29’ê Cotmehê, 100’emîn salvegera Komara Tirkîyê ye. Hin kes ji mîtînga 29’ê Cotmehê dûr disekinin, lê di 28’ê Cotmehê de jî mîtînga Filîstînî çêdikin. Di nav wan de ti fedî nemaye.”