Di Êrîşa Dronî ya Tirkîyê ya Ser Til Rifet de Kuştî û Birîndar Hene

Droneke artêşa Tirk sibeha îro Çarşemê navenda bajarokê Til Rifet yê herêma Şehba bombebaran kir, di encamê de hejmareke derbiderên Efrînî bûne qurbanî.

Li gor jêderên saxlemîyê ku ji Dengê Amerîka re ragihandi, heta niha 2 kes jîyanên xwe hinda kirine ku navên wan Fatimê Reşîd Memo û Reşîd Elîko ne.

Herwiha yek ji wan zarok, 6 kes jî birîndar bûne, birîndar ji Nexweşxaneya Avrîn ya li Fafînê re hatine rakirin. Kesên birîndar ev in: Zarokê 13 salî Hesen Murad Qirokî, Semîr Ebdulqadir Reşo, Edhem Reşîd Henen, Egîd Fexrî Reşo, Zuhêr Mihemed û Menan Reşîd.

Menan Reşîd

Yek ji birîndaran û dîdevanê êrîşê, Menan Reşîd got ku ew li pêşîya dîkana xwe rûniştîbû gava ku nişkeve dengê peqîna bombebaranê bihîst.

Reşîd herwiha got ku cîhê armanckirî bi sivîlan tijî bû jiber ku navenda bajarokê Til Rifetê ye û şênî li karê xwe yên rojane bû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku artêşa Tirk çend car in ku bajarokê top û dronan dike armanc û di êrîşa 4ê Tebaxê de 6 ji wan zarok, bi giştî 9 derbiderên Efrînî birîndar bûbûn.

Heyva Sor ya Kurd ji Dengê Amerîka re eşkere kiribû ku ji dema derbiderbûna Efrînîyan ber bi herêma Şehba ve ya Adara 2018an vir ve artêşa Tirk bi berdewamî deverê topbaran dike.

Heyva Sor dabû zanîn ku di wan êrîşan de 24 kes jîyanên xwe hinda kiribûn û 93 kesên din jî birîndar bûbûn.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_08_24_2022_Bombebaran_Tilrifet