Tirkîye Topbarana Ser Gundên Kurdan li Rojava Didomîne

Piştî êrîşên Tirkîyê esmanê bajarê Serêkanîyê (Cotmeh 2019)

Îro Sêşemê 9ê tebaxê artêşa Tirkiyê hejmareke gund û taxên bajarê Qmişlo, dirbêsiyê û Amûdê û Tiltemirê Toparan kir û êrîşên bi palfirên bê pêlot pêkanîn.

Îro di demjimêr derdora 4ê paşî nîvrojê de di encama ketina hejmareke ji topên hawanan ji aliyê Tirkiyê ve li ser taxên Meyslûn û Qenat Elsiwês ya bakurî bajarê Qamişlo 3ê kes ji malkê birêndar bûn.

Çavkaniyekê ji nava nexweşxana Rehmê ya li bajarê Qamişlo ji mere ragihand ku ji ber êrîşên Tirkyê li ser bajarê Qamişlo 6 birîndar gihştin nexweşxanê.

Di heman demê de Topxana Tirkiyê gundên Sêgirka, Tilzîwan li rojhilatê Qamişlo toparan kir, di vê toparanê de 4 sivîlan li gundê Sêgirka jiyana xwe ji dest dan û 3ê jî birîndar bûn.

Her wiha di encama êrîşa dironekê Tirkyê li aliyê nexweşxaniya Jiyan a Covîd19, li bakurî bajarê 4 kesan jiyan xwe ji dest dan.

Di danê nîvirojê de jî artêşa Tirk bi tobana hejamreke gund li gundewarê bajarê tirbespyê yê Toparan kir, gundên rastî topan hatin ev in Şelhûmiyê, Gardêm, Wekîlhesenakê , Miherkan, Mele Ebasan, Tilcîhan bombebaran kirin.

Di heman demê de gundê li bajarê Dirbêsiyê gundê Qermanê rastî cend topan hat.

Li aliyê bajarê Amûdê jî artêşa Tirk hejmareke gunêdên nêzî sînor toparan kir kundên hatin toparan kirin ev in( Cirnik, Şork, Telhemdûn ê û Xankê, û Xerzê).

Li aliyê gundewarê rojavayê bakurê Tiltemir ê jî îro bi berbangê sibê re hejmarek gund hatin toparan kirin gundên hatine armanc kirin evin (Elkuzelîyê , Til Ellaban, Elselmasa) ku di encamê de kesk ji Kundê Elselmasa jiyana xwe ji dest da.

Li aliyekî din bi sedan malbat li herêmên ku rastî topbaranan hatin neçar man ku ji malên xwe derkev in û derbiderî cihên ewle bibin.

Hêjaye gotinêye ku heya dema amadekirina vê raporê teka teka dengê fîşek û topan, herwiha firîna balafirên bê pîlot li aliyê bakurê Qamişlo li ser sînorê Tirkiyê tê bihest in.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_08_16_2022_Êrîşên_Tirkîyê