Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafê Mirovan (SOHR) ragihand ku artêşa Tirkîyê di 10ê vê mehê de karwaneke ji tank, maşîneyên zirxîn yên giran û qamyonên lojîstîk pêk tê, bi rêya derîyê sînorî yê Raî li bakurê rojavayê Sûrîyê derbazî nava axka Sûrîyê kir.
Li gor SOHR, Tirkîyê ji destpêka vê mehê heta niha 9 karwanên leşkerî derbazî herêmên bakur û rojavayê Sûrîyê kirine ku Enqere wê herêmê wek "Mertala Firatê" bi nav dike.
Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar jî roja Duşemê got ku Enqere dest ji operasyona leşkerî ya li bakurê Sûrîyê bernade û wê paş de jî venegere.
Li alîyekî din, Meclîsa Giştî ya Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê di 6ê vê mehê de di bin biryara jimare 8an de Rewşa Awarte ragihand.
Hevseroka Meclîsa Giştî ya Rêvebirîya Xweser Sîham Qerîyo dibêje ku ew şer nabijerin, lê hewce ye ku amade bin û pêdivîyên serekî yên jîyanê ji pêkhatîyên herêmê re peyda bikin.
“Me dît çawa Tirkîyê li herêmên me yên wek Efrîn, Til Abyad, Serêkanîyê agir kirin û li Sûrîyê jî Bab, Ezaz û Cerablus dagir kirin û j bo berfirehkirina deverên xwe û jinûve vejandina DAIŞê kar dike"
Dîsa, berpirsê ragihandina HSDê Ferhad Şamî jî di twîtekê de ragihand ku artêşa Tirk çekdarên Sûrî yên li Cebheya Şera ya Efrînê, taybetî li gundên Meryemîn û Kefercenê bi terorîstên Heyet Tahrîr El-Şam re guhertine.
Hevdem, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) amadekarîyên xwe yên dawî yên jibo şer ragihand û got ku li seranserê herêmên bin kontrola wê hîndarîyên leşkerî didomin.
Bi alîyekî din ve, hin jêderên xwecîhî radigihînin ku hikûmeta Sûrîyê jî hejmareke zêde ya hêzên xwe anîne firîngeha leşkerî ya Minixê ku li bakurê Helebê ye û li derdora Til Refat û Minbicê zêde kirine.
Your browser doesn’t support HTML5