Tirkîye Bang li Amerîka Dike ku Piştgirîya ji YPG'ê re Rawestîne

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar îro Sêşemê got ku ewê têkoşîna dijî terorê bidomînin.

Akar dîyar kir ew di serî de Amerîka, ji hemî hevbendên xwe re dibêjin ku Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek hev in û divê piştgirîya bo wan were sekinandin.

Tirkîye ser peqîna li Stenbolê PKK û YPG’ê tawanbar dike, lê ew didin zanîn ku ti peywendîya wan bi wê êrîşê tuneye.

Akar, ser êrîşên dawî yên li Îraq û Sûrîyê da zanîn ku ew bi ti awayî êrîşan nabin ser sîvîlan, herêmên olî, dîrokî û çandî û tekane armanca wan terorîst in.

Akar îdia kir ku ji 1’ê Rêbendanê vir ve 3,585 terorîst hatine kuştin.

Wî bi berdewamî got ku Tirk û Kurd ji hezar salan vir ve birayên hevdu ne û ew biratî wê hetahetayê bidome.

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê da zanîn ku ew ji Amerîka dixwazin ku piştgirîya bo YPG’ê rawestîne.

Amerîka, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de wek aktoreke girîng dibîne.

Wezareta Berevanî ya Amerîka ser operasyonên dawî yên Tirkîyê da zanîn ku divê çalakîyên leşkerî zararê nedin îstiqrara Sûrîyê û serwerîya Îraqê.

Pentagonê dîyar kir ku çalakîyên leşkerî yên li wan welatan bo têkoşîna dijî DAIŞ’ê gefan çêdikin.