Serketina serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump, di nav rewşenbîr, sîyasetmedar, pisporan de li Tirkîyê dibe sedema şîroveyên cûda.
Li gor hin pisporên dîplomatîk tê ragihandin ku di navbera Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Donald Trump de wê têkilîyên kesîtî û yên dîplomatîk bi awayekî hêsan werin duristkirin. Lê li gor hin pisporan jî tê ragihandin ku Trump di sîyaseta derve de, wê li gor berjewendîyên Amerîka tevbigere, ne li gor têkilîyên kesîtî.
Prof. Dr. Tarik Oguzlu, Akademîsyenê Zankoya Rewşen ya Stenbolê ji Dengê Amerîka re hatina Trump nirxand:
“Rêvebirîya niha ya Tirkîyê hilbijartina Trump erênî dibîne. Di navbera salên 2016-2020’an de, di navbera Erdogan û Trump de gelek hevdîtin bûn û di pêvajoyê de têkilîyên girîng çêbûn. Trump jî difikire ku hêzên Amerîkî ji Sûrîyê vekişîne. Lê li vê derê de tiştekî din jî heye, ew jî biryarên Trump yên nepêşbînîkirî ne. Ev yek jî dibe ku li pêşîya Tirkîyê rewşeke xeternak jî pêk bîne. Pirsa girîng ew e Tirkîyê dikare çiqas xwe nizmî Trump bigre. Bersîva vî hîn ne zelal e.”
Oguzlu, radigîhîne ku helwesta Trump ya li hemberî Îranê dikare têkilîyan bi Tirkîyê re aloz jî bike. Rewşa Sûrîyê jî ew wiha dinirxîne:
“Lê belê mijarên wekî vekişîna muhtemel ya Trump a hêzên Amerîkî ji Sûrîyê her gav pêkan e. Di alîyê din de jî, hewildanên wî yên jibo agirbest an jî aşityek mayînde li Ukraynayê dibe ku têkeve rêyeke taybet jî. Dîsa dawîkiririna şerên li Gaza û Lubnanê jî ji hin alîyan ve bi kêrî Tirkîyê tê.”
Ji alîyê din ve tê gotin ku bi saya rola hevsengîyê ya burokrasîya Amerîkî dibe ku polîtîkayên Trump bi qasî ku tê pêşbînîkirin hin tiştan jî ji binî ve biguhere.
Prof. Dr Oktay Tanrisever, Pisporê Têkilîyê Navnetewî ji Dengê Amerîka re ragihand ku di sîyaseta Trump de hin pêşbînîyên nedîyar hebe jî, lê gelek kes ji dewra wî ya seroktîyê de kêm zêde wî dinasin.
“Kesên ku Trump bi awayekî nêzîk nas dikin an jî têkilî bi wî re hene, dibe ku ew ne ewqas neyar bibînin. Jiber ku Trump jî xwedî sîyaset û alîgirên xwe yên taybet e. Li Tirkîyê jî, li Ewrûpa jî hin kes dibêjin ku ‘Trump çawa dibe serok?’ Berî her tiştî burokrasîya dewleta Amerîka xurt e û di sazîyên wekî Qesira Sipî û Pentagonê de pisporên mijarê kar dikin. Trump û tîma wî dikarin di têkilîyên Tirkîyê û Amerîkayê de nêzîkatîyek tecrûbeyî û hevseng nîşan bidin.”
Li Tirkîyê partîyên sîyasî jî hatina Trump ji nêz ve dişopînin. Serokê Giştî yê Partîya Pêşvebirinê (AKP) û Serokomarê Tirkîyê Erdogan, di heman rojê de hatina Trump pîroz kir û bi telefonê pê re qise kir.
Piştî hatina Trump opozîsyona Tirkîyê jî di pozîsyona xwe de guhertinek pêk neyne jî lê çavê wan jî li ser kar û barên Trump in.
Hevberdevkê Komîsyona Têkilîyên Derve yê DEM Partî û parlamanterê Amedê Berdan Ozturk, li ser hatina Trump ji Dengê Amerîka re got ku Trump dikare li Rojhilata Navîn sîyaseteke bi aştî têxwe merîyetê.
“Sîyaseta Amerîka li gor serokan nayê guhertin. Burokrasîya Amerîkayê her gav bi bandor e. Hatina Trump jî bivê nevê bi vê burokrasîyê re girêdayî ye. Nimûne; dema berê de Trump gotibû ku emê leşkerê xwe ji Sûrîyê vekişînin, lê gotina wî ne bû û daxwazên burokrasîya Amerîkî ser ket. Niha û pêve jî ez bawer im ku bi vî awayî bidome.”
Your browser doesn’t support HTML5