Aborîzan Omer: Tirkîye Êrîşî Binesazîya Herêmê Dike ku Kurd Warên Xwe Bihêlin

Dewleta Tirkîyê ev şeş roj in ku bi êrîşên bejeyî û esmanî herêmên bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike armanc.

HSD û rêberên Rêvebirîya Xweser dibêjin ku Tirkîye di van êrîşan de binesazîya herêmê dike armanc û li cîhên mîna dibistan, nexweşxane, îstasyona ceyran û telefonê, kargehên petrolê dixe.

Aborîzan Çeleng Omer bawer dike ku Tirkîye bi van êrîşên xwe dixwaze jîyana gelê herêmê çetintir bike û taybetî êrîşa ser kargeha gazê ya Siwêdikê gaz û ceyrana ku tê mala rûniştvanan qut kiriye.

Omer dîyar dike ku bi armancgirtina kargehên gaz û petrolê givaştin li ser kanînên Rêvebirîya Xweser jî dike jiber ku dahata wê ya serekî ji enerjîyê tê.

"Dema beşa enerjîyê tê armancgirtin kanîna Rêvebirîya Xweser ya aborî qels û lawaz dibe, badnora neyênî li ser kanîna dayîna mûçeyan û hizmetkarî dike û derfeta jîyana gel jî teng dibe. Dewleta Tirkîyê bi van êrîşana dixwaze gelê herêmê bide koç kirin, wekî ku li Efrînê û cîhên din kiriye."

Kerem kin bi vîdyoya jêrîn şîroveyên Omer guhdar bikin:

Your browser doesn’t support HTML5

Tirkîye Çima Binesazîya Kurdên Sûrîyê Dike Armanc?