Di 11 rojan de paytaxta Sûrîyê Şam kete destê serhildayan. Ev yek herî zêdetir welatîyên Sûrîyê eleqeder dike.
13 sal berê li Sûrîyê alozîyên mezin pêk hatin, nêzîkî 4 mîlyon pênaberên Sûrî, ku tê de gelek kestîyên sîyasî jî hene, hatin Tirkîyê.
Ew, van geşedanên Sûrîyê ji nêzve dişopînîn û bala wan bi tevahî li ser van bûyeran e.
Yek ji van kestîyên polîtîk Endamê Desteya Sîyasî ya Hevbendîya Opozîsyona Niştimanî ya Sûrîyê Zuher Mohamad e û ew ana li Stenbolê dije.
Mohamad, geşedanên Sûrîyê ji Dengê Amerîkayê re nîrxand. Li gor wî ya girîng ewe ku piştî ketina Şamê dê rêvebirîyeke çawa were ser kar.
“Îro em dibînin ku Şam kete destê serhildayan. A rastî di destpêkê de civaka navnetewî bi xemsarî li ser mesela Sûrîyê sekinî, tenê bi rewşeke leşkerî hate temaşekirin û nexwastin ku çereserîyeke sîyasî pêk bînin. Li Sûrîyê dema temenê krîzê hate dirjêjkirin ev rewşa heyî derket holê. Ji vî û pêda dê rewşeke çawa li Sûrîyê wê were damezirandin? Ev yek wek pirseke mezin disekine.”
Piştî van geşedanan gelê Sûrîyê wê li rastî rewşeke çawa were? Li gor Zuher Mohamad ya herî girîng parastin mafê gelê Sûrîyê ye.
“Li Sûrîyê ana rewşeke nû pêk hat. Li vê derê ya girîng rewşa sîvîlan e. Gelo parastina vî wê çawa bibe. Di vî şerî de gelek kesan zirar dît, ev zirar hê jî berdewam dike. Ji vî şûndatir wê çî bibe hê ne zelal e. Di vî warî de dikarim bêjim ku ji bo bersîveke dîtbar wext lazim.”
Usame Elbuşî, bi xwe aktîvîstekî Sûrî ye. Dema li Sûrîyê alozî destpê kir 10 sal berê ewî li Sûrîyê koçî Tirkîye kirîye û ana ew li Enqerê dije.
Ew di hêleke de karê xwe didomîne lê di hêla din de wek aktîvîstek alîkarîya pênaberên Sûrî dike. Elbuşî geşedanên Sûrîyê yên dawî ji Dengê Amerîka re wiha dinîrxîne:
“Eva deh sal in, min warê xwe nedît, ez ji malbata xwe dûr ketim û malbata me dabeş bû. Ez dixwazim biçim û di demek zû de malbata xwe bibînim. Ketina Helebê ji min re bû hêvî, lê îro Şam jî ket. Ne xema min e ku kî an jî kê wê li vê derê bibe rêvebir. Ji bo min ya herî girîng ketina Esad e. Ez naxazim ku êdî em welatîyên Sûrî bibin qurbanîya rageşîyên sîyasî û desthilatdêrên Sûrîyê.”
Hêjayî dîyarkirinê ye ku li Tirkîyê çavên pênaberên Sûrîyê bi tevahî li ser van geşedanan e. Hêvîya wan ewe ku li Sûrîyê rêvebirîyeke nû were ser kar û ev rêvebirî jî mafê wan biparêze.
Your browser doesn’t support HTML5